Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xizmên Windayan Hrant Dînk bibîr anî 16.01.2021

Xizmên Windayan Rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk ê hatibû qetilkirin bibîr anî. Xizmên Windayan anî ziman ku hewl tê dayîn ku erkdarên dewletê yên rola wan di qetilkirinê de hene, daraza Tirk dixwaze wan pak bide nîşandan.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya 623’yemîn a “Bila winda bên dîtin, berpirs bên darizandin” li ser înternetê bi bernameya onlînê lidar xist.

Di çalakiya vê heftê de, rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk ê di 19’ê Çileya 2007’an de, hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Endama Komîsyona Windayan û Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavûz, serpêhatiya jiyana Dînk xwend û bal kişand ser zextên li dijî rojnamegeran.

Yavûz, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi salane azadiya çapemeniyê tê astengkirin, sansur kirin û bi vî awayî mafê gelê agahî girtinê tê binpêkirin. Yavûz, rêbazên zextên li ser çapemeniyê bibîr xistin û wiha got: “Li gorî danayên sala 2020’an, Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê ya cîhanê de, di rêza 154’emîn a nava 180’î welatan de cih digire. Li Tirkiyeyê, heya roja îro 66 rojnameger hatin kuştin û 67 rojnameger jî di girtîgehan de tên girtin.”

Yavûz, çîroka rojnameger Dînk vegot û wiha bilêv kir: “Rojnameger Dînk ji ber ku aştiya di navbera gelên Tirkiyeyê de diparast hat qetilkirin. Dînk di konferanseke di sala 2002’yan a Rihayê de axivîbû û gotibû, ‘Ez ne Tirkim Tirkiyeyîme û Ermenîme.’ Ji ber vê yekê 3 salan hat darizan û dûre beraet kir. Dûre her tim qala bûyerên sala 1915’an ên bi serê gelê Ermenî hatibûn kir û nirxandina komkujiyêji bo van bûyeran dikir. Ji ber ku got, ‘komkujiye’ hat hedef girtin û qetil kirin.”

Yavûz, dest nîşan kir ku cînayeta Dînk, rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê datîne  holê û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku bersûcên Dîng erkdarên çemawerî bûn, nehatin cezakirin û ji bo wan polîtîkayên ne cezakirin xistin pratîkê. Hîna ku bersûcên erkdarên çemawerî yên paye bilind tên parastin. Rastiya  hiqûqa Tirkiyeyê di dosyeya Dînk de carek din derdikeve holê. Ji bo ku bersûcên erkdarên çemawerî yên ewlekariyê bên cezakirin emê têkoşîna xwe ya edaletê dewam bikin. Rastiya  hiqûqa Tirkiyeyê di dosyeya Dînk de carek din derdikeve holê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv