XWENDEKARA LÎSEYÎ NÛRSÎN KOSE
LI AMED’Ê JI BER DARÊ ZORÊ NEZEWICE XWE KUŞT
Li Navçeya Peyas a Amedê xwendekara Lîseyê Nurşîn Kose ya 17 salî, xwe kuşt.
Hat îddîakirin ji ber ku malbatê xwestiye ew bi darê zorê bizewicîne jina ciwan xwe kuştiye.
Platforma ‘Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin’, KCDP û Meclîsên Jinan li ser kuştina jinan daxuyaniyek dan.
KCDP’ê diyar kir ku meha Îlonê 36 jin hatine kuştin û li dijî tundî û kuştina jinan bi 12 xalan pêşniyara çareseriyê kir.
PLATFORMA “EMÊ PÊŞÎ LI KUŞTINA JINAN BIGRIN”
DI MEHA ÎLONÊ DE 36 JIN HATIN KUŞTIN
Platforma ‘Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin’ û Meclîsên Jinan jî li ser kuştina jinan a li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşlî ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm, rapora mehekê ya têkildarî kuştin û êrîşên li dijî jinan de ragihand.
Li gorî raporê di meha Îlonê de 16 jin hatine kuştin û 20 jin jî, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Fîdan Ataselîm destnîşan kir; jin ji ber ku dixwazin biryara li ser jiyana xwe bi xwe bidin tên kuştin.