Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xwepêşandanên li Amerîkayê

 

PENTAGON LI DIJÎ DESTWERDANA ARTÊŞÊ YE

Ev 10 roj in li Amerîkayê xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê dewam dikin..

Serokê welat Donlad Trump dixwaze hêzên artêşê li bajaran bicih bike da ku dawî li çalakiyan bê..

Lê Pentagon, li dijî destwerdana artêşê derket..

Bi vî awayî, piştî rêveberiyên hin eyaletan, wezareta parastinê jî berovajî Turmp bû xwedî helwesteke dijber e..

Li Amerîkayê piştî kuştina welatiyê binavê Corc Floyf ji aliyê polîsan ve tevgereke gelêrî ya li dijî nijadperestiyê destpê kir..

Û bi rojane li gelek bajaran belav bû…

Serok dewlet Donald Turmp bi ragihandina qedexeya derketinê û bicihkirina hêza Parêzvanên Netewî hewl da pêşî li nerazîbûnên gel bigre..

Lê tevî van biryaran jî xwepêşandêr ji meydanan dûr neketin..

Ji ber vê yekê Turmp xwest ji bo vê rewşê qanûna îsyanê bixe dewrê û bide erêkirin..

Di destûrnameya amerîkayê de di rewşên pir awarte de erka serokdewlet heye vê qanûnê bixe dewrê.

Li gel vê yekê jî kengê kêfa serokdewlet were, nikare vê yekê bike.

Berî herkesî divê sazî û meqamên din ên dewletê, medya û pêşengên civakê jî îqna bin ji bo destwerdaneke wisa.

Lê belê wisa xuyaye kesên herî nêzî Trump jî vê yekê rewa nabînin bi taybetî jî berpisiyarê artêşê.

Û dawiya dawî jî vî berpirsiyarî ango wezîrê parastinê nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku ew li dijî destwerdana bi destê artêşê ye.

Wezîrê Pentagonê Marl Esper li avahiya Parastinê têkildarî mijarê ev peyam da..

Ez destekê nadim bikaranîna qanûna îsyanê.

Esper wiha dewam kir:

Mijara destwerdana artêşê, rêya herî dawî ye. Ev yek, tenê dikare di rewşên kambax de were bikaranîn. Vê gavê li Amerîkayê ti sedem tine ye ku artêş berê xwe bide kolanan.

Ez vê yekê ne tenê weke wezîrê parastinê, di heman demê de weke esker û parêzvanekî netewî yê berê jî tînim ziman.

Wezîrê Pentagonê herwiha got ku ew hêvî dikin protestoyên ji bo Corc Floyd jî bi rêbazên aştiyane pêk werin.

TRUMP XWE WEKE PARÊZVANÊ REŞIKAN BINAV KIR
“PIŞTÎ LÎNCOLN, KESÊ HERÎ ZÊDE LI REŞIKAN XWEDÎ DERKET EZ IM”

Di vê navberê de serokê Amerîkayê bi rêya hesabê xwe twîterê, careke din îdîa kir ku tevgera Antîfa xwepêşandanan birêve dibe û ew weke terorîst binav kirin..

Turm di peyama xwe de xwe wekî parêzvanên reşikan binav kir û wiha got:

Dibe ku ne bi qasî serokê komarparêz Abraham Lînkoln be, kesê ku heta niha herî zêde tişt ji bo reşikên Amerîkayê kirine ez im.

16. Serokê Amerîkayê yê Abraham Lînkoln sala 1862’an, dawî li koletiyê anî bû beriya ku bi êrişeke nijadperestan di 1864an de were kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv