Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xweserî Heqê Êzidiyan e!

 

XWESERÎ HEQÊ ÊZIDIYAN E !
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Rewşa Şengalê dîsa di rojevê de ye.

Li ser daxuyaniyên PDK’ê, Dewleta Tirk jî her carê êrişî Şengalê dike.

Di vê mijarê de PDK û Dewleta Tirk heman tiştî dixwazin.

Daxwaza wan ewe ku Şengalê veguherînin dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an.

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke li ser mijarê analîzek kir.

XWESERÎ HEQÊ ÊZIDIYAN E !
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke bi navê Xweserî heqê Êzidiyan e di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de nivîsand.

Gulistan Çiya Îke qala rewşa dawî ya li Şengalê dike û nivîs jî wiha ye;

Rayedarên PDK’ê her ji çend rojan dibêjin li Şengalê hêzên li derveyî qanûnê hene.

Bi vî awayî Şengalê dikin hedefa êrişên Dewleta Tirk.

Dewleta Tirk jî xwe dispêre daxuyaniyên PDK’ê û li dijî Şengalê êrişên hewayî pêk tîne.

Hêza ku PDK behsa wê dike YBŞ ye û ev hêz bû ku êzidî ji qirkirinê rizgar kirin.

PDK sala 2014’an Êzidî ji qirkirina DAIŞ’ê re hiştin.

Ji ber ku Êzidî di nava lepê qirkirinê de hiştin divê hesab bide.

YBŞ’ê û saziyên rêveberiya xweser Şengal terk nekirin, tevî her zorî û zehmetiyê li deverên stratejîk man û bi vî awayî karîn hebûna xwe biparêzin.

Ev sazî û hêzên ku çiyayê Şengalê terk nekirin, hêzên Êzidiyan ên parastinê û saziyên rêveberiya xweser in.

Her wiha mafê Iraqê jî tineye ku bêje ez ê wekî berê li ser Şengalê desthilat bim.

Berpirsyariya van du hêzan ew e ku, xweseriya rêveberiya Şengalê û hêzên wê yên parastinê nas bike.

Lê PDK bi şantaja li dijî Iraqê û bikaranîna dewleta Tirk hewl dide rêveberiya xweser û hêzên parastina Şengalê belav bike, bi leşker û karmendên xwe desthilatiyê saz bike.

Niha li Şengalê hêzên herî rewa YBŞ-YJŞ û saziyên rêveberiya xweser in.

Yên ku li Şengalê ne rewa ne; ew in ku di qirkirina 2014’an de xwedî rol in, ew in ku dixwazin mîna beriya 2014’an hebin.

5 hezar jinên Êzdî hîn jî di bin destê nîzama destavêtinê ya DAIŞ’ê û qirkerê Êzidiyan de ne.

Bi sedhezaran ji wan bê cih û war man; neçarî jiyanek perîşan bûn.

Bi deh hezaran ji wan belavî çar aliyên cîhanê bûn.

Li vê derê pirsa ku ji PDK’ê bê kirin ev e;

Tu xweseriya Şengalê qebûl dikî an na ?

Hêza parastina Êzidiyan a girêdayî rêveberiya xweser qebûl dikî an na ?

Eger qebûl nakin wê demê li dijî xweseriyê, li dijî rêveberî û hêzên parastinê banga şer dikin.

Ji ber ku êzidî naxwazin bibin leşker û memûrên PDK an jî Iraqê.

Êzidî xweseriya Şengalê dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv