YEKÎNEYÊN PARASTINA HEWAYÎ YA ŞEHÎD DELAL AMED
LI DIJÎ QEREQOLA GIRÊ YA LI NAVÇEYA COLEMÊRGÊ ÇELÊ ÇALAKÎYEKE HEWAYÎ KIR
Yekîneyên Parastina Hewayî ya HPG’ê li dijî qereqola Girê ya li Çelê çalakiyek li dar xistin.
Têkildarî çalakiyê navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da..
HPG’ê da da zanîn ku çalakî ji aliyê Yekîneya Parastina Hewayî ya şehîd Delal Amed ve pêk hatiye.
Û di encamê de gelek esker hatine kuştin..
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo hebûna neteweyekî biparêzin û dagirkeran ji Kurdistanê derxînin di cenga mezin de ne.
Di serî de li Heftanîn, Botan û Serhedê gerîla darbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
Geîlayan doh danê sibê li dijî qereqola Girê ya li navçeya Colemêrgê Çelê çalakiyek kirin.
Ev çalakiya gerîla ya bi rêbaz û teknîka nû ji aliyê Yekîneye Parastina Hewayî ya şehîd Delal Amed ve pêk hat.
Têkildarî çalakiyê navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da..
HPG’ê ragihand ku çalakî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de pêk hatiye.
HPG’ê diyar kir ku hedefên hatine tespîtkirin bi awayekî serketî bi alavên hewayî hatine îmhakirin.
Lê belê, hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatiye zelalkirin.