12 C
Amed
30 Adar 2020
Sterk TV – zindi, canli, live, kurdî, kurmancî, soranî, zazakî, dimilkî, hewramanî, zindî, Kurdistan
Ciwan Nûçe

Yekîneyên Tolhildanê du maşîneyên AKP’yan Şewitandin

 

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Sakîne Cansiz diyar kirin ku li Stenbolê wan du wesayîtên luks ên AKP’yiyan şewitandine.

Yekîneyên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin “Di 27’ê Sibatê de li Taxa Circirê ya Alîbeykoyê yekîneyên me du wesayîtên luks ên AKP’yiyan şewitandine. Ev çalakî ji bo balkişandina şewata li Îmraliyê hatiye kirin.”

Yekîneyan diyar kirin heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin ku “Em ê li hemberî van êrîşên dûmahîka komployê bêdeng nemînin. Em diyar dikin ku me dest bi pêvajoya çalakiyan kirine.”

Ev jî hatin dîtin

Kapmaniya Azadiya Girtiyên Azadiyê #GirtiyênSiyasîBerdin

Stêrk Tv

Salvegera Hunermendê nemir Mihemed Sêxo

Stêrk Tv

Qaymeqamê Sinûnê avakirina kampeke ji bo DAIŞ’ê li nêzî Şengalê qebûl nekir

Stêrk Tv

Li Îranê jî hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine, derket 34’an..

Stêrk Tv

Di Şerê li Idlibê derbeyek giran li Artêşa Tirk ket

Stêrk Tv

Dewleta Tirk koçber wek şantajê li dijî Ewropayê bikartîne

Stêrk Tv