Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Ciwan Jin Nûçeyên Dawî

Yekîneyên Tolhildanê li 5 bajarên Tirkiyê avahiyên ser bi AKP’ê ve şewitandin

 

Yekîneyên Tolhildanê derheqê xebat û çalakiyên xwe de agahî dan.
Li 5 bajarên cuda yên Tirkiyê hin navendên aîdê AKP û hevkarên wê hatin şewitandin.

YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ YÊN YPS-JIN’Ê LI 5 BAJARAN LI DIJÎ AKP Û HEVKARÊN WÊ ÇALAKÎ KIRIN

Yekîneyên Tolhildanê li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê li dijî rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê û hevkarên wê çalakî li darxistin.

YPS-JIN’ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku Yekîneya wan a Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Jiyanda li Şirnex, Mûxla, Kocelî, Antalya û Edenê rêzeçalakî li darxistine.

22’yê Hezîranê li navçeya Kocaelî Dîlovasi, fabrîkayek bi çalakiyeke sabotajê hat şewitandin.

28’ê Hezîranê wesaîteke faşîstan li Mûxlayê hat şewitandin.

28’ê Hezîranê devera cerdevanê bi navê Hamît Demîr li Dêrgula Şirnexê hat şewitandin.

4’ê Tîrmehê li navçeya Edenê Seyhanê marketeke A-101 a AKPê hat şewitandin.

1’ê Tîrmehê li navçeya Antalya Manavgatê avahiya rêveberê AKP”ê Recep Oz hat şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, YPS JIN bi şîara “Her der Heftenîn e” wê têkoşînê mezin bike.

YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDAN LI GELEK BAJARAN ÇALAKÎ KIRIN

Yekîneyên Tolhildanê jî ji bo bîranîna Zeynep Kinaci-Zîlan, Diyar Xerîb-Helmet û Qasim Engîn li gelek bajarên din çalakî li darxistin.

Çalakî li Amedê, Wanê, Stenbolê û Edenê hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de gelek wesaît, kargeh, xanî hatin şewitandin.

Ev jî hatin dîtin

Karayilan: Xeyalên Dewleta Tirk ên tinekirina Kurdan hatin tinekirin

Stêrk Tv

HPG: Li gel şehîdbûna Fermandarên Îraqê hevalê me Egîd Garzan şehîd bû.

Stêrk Tv

Ş. Bedran Gundikremo qala rojên pêngava 15ê Tebaxa 1984 an dike

Stêrk Tv

Salvegera Pêngava 15ê Tebaxê

Stêrk Tv

KCK: Divê hukûmeta Başûrê Kurdistan li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk bibe xwedî helwest

Stêrk Tv

Karayilan: Gerîla bi rêbazên nûjen li ser xeta 15 Tebaxê şer dike

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!