HEWLDANÊN ENQEREYÊ YÊN LI DERYA SPÎ
YEKITIYA EWRÛPA LÎSTEYEKE AMBARGOYÊ AMADE KIR
Yûnanîstanê di xebatên xwe yên ji bo ambargoya li dijî dewleta Tirk de hêdî hêdî digêhêje hedefa xwe.
Yekitiya Ewrûpayê ji bo tedbîrên li dijî Enqereyê lîsteyeke ambargoyê amade kir.
Ev lîste wê meha pêş me were ber destê lîderên Ewrûpî û biryara dawî bê dayîn.
Yekitiya Ewrûpayê demeke dirêje ji bo astengkirina zêdegaviyên Tirkiyeyê yên li Derya Spî serê xwe dêşîne.
Niha wisa xuya dike Bruksel di vê mijarê de zelal bûye û êdî dixwaze gav bavêje.
Çavkaniyên li Brukselê didin zanîn, Komîsyona Ewrûpayê ji bo pêşî li Tirkiyeyê bigire lîsteyek ambargoyê amade kiriye.
Tê ragihandin lîste ji tedbîrên li dijî sektorên tûrîzm û hatûçûnê ya Tirkiyeyê pêk tê.
Lîsteya amborgoyê wê di zîrweya kanûnê ya lîderên Yekitiya Ewrûpayê de bê nîqaşkirin û di derbarê wê de biryara dawî bê girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dewleta Tirk bi awayekî yekalî sînorên xwe yên deryayî fireh kirine û li dora Qibris û giravên Yûnan lêgerîna xwe ya gazê didomîne.
Yûnanîstan ji ber vê yekê zorê dide Yekitiya Ewrûpayê da ku li dijî Enqereyê tedbîran bigire.