Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Yên ji qirkirina ser destê DAIŞ’ê rizgar bûn fermana Şengalê û rola PDK’ê vegotin 01.12.2020

 

HAWÊRA QIRKIRINÊ ŞENGAL
YÊN JI QIRKIRINÊ RIZGAR BÛN FERMAN Û ROLA PDK’Ê GOTIN

Li ser rûyê cîhanê kêm civakên weke Êzidî hene ku ji ber baweriya xwe ewas ferman li wan hatibe rakirin.

Gelo çend civak hene ku piştî 72 – 74 fermanan jî karibûye li ser pêyan bimîne?

Êzidî piştî van fermanan jî her carê xwe ji ariya xwe afirandin û li ser pêyan man.

Gelek kes hene ku çav û guhê xwe ji van çîrok û serpêhatiyên tije azar re digrin lê ev wehşet bi serê êzidiyan hat.

Bi deh hezaran êzidî hatin qetilkirin.

Jin û zarok li bazaran koleyan hatin firotin, tecawizî wan kirin, di kefesên hesinî de hatin şewitandin.

DAIŞ’ê dixwest kok li êzidyan biqelîne lê gerîlayên azadiyê nehişt miraza wan biçe serî.

Bi hezaran jin û zarokan ji destê gemarî yê DAIş’ê rizgar kir. Hin ji êzidyan jî bi derfet û keysa ket destê wan xelas bûn.

Yek ji wan jinên esîr jî Sewdet Misrî Ahmed bû.

Ev jina ciwan îro roj ji bo rizgarkirin û rehabîlîtekirina jinên êzidî xebatên xwe dewam dike.

Sewdet Misrî Ahmed diyar kir ku dema êrişê li malê 11 kes bûne. Dêûbav û xwişka wê li malê hatine qetilkirin.

Hayê wê ji aqûbeta 3 pismam û domamên wî ku li mala wan bûn û xwişk û birayên wî tine ye.

Sewdetê dibêje di 7’ê tebaxê de esîr ketiye û 22 saetan di kefeseke hesin de wê birine Musilê.

Li bazarê weke kole hatiye firotin. Weke kole ew dane yekî DAIŞ’î, DAIŞ’î gelek caran ew ji bo tecawizî firotiye gelekên din.

Di sala 2017’an de keysekê dikeve destên wê û ji destê çeteyan xwe rizgar dike.

Sewdet behsa çîrokeke ku hevaleke wê jê re vegotiye dike;

Dema Başûr xweseriya xwe radigihîne, Mele Mistefa derdikeve cohekî bilind û dibêje; Heta îro çi bû kê çi kir ji bîr bikin. Em ê êdî azad bijîn.

Di nava girseyê de yekî îtiraz dike û dibêje; ez qebûl nakin, ji ber sîxûran me gelek êş kişandin. Divê qet nebe em poz û guhê wan jê kin. Da ku tu nifşekî bawerî bi sîxûran neyne.

Ew kesên ku dema fermanê em hiştin û revîn ew kes bûn ku wextê pozê wan ji be rku nehatibû jê kirin me wan nas nedikir.

Tişta ku hêvî da me berxwedana gerîlayan, berxwedana Yekîneyên Parastina Gel bû. Dîrok wê ne revê ne jî berxwedanê ji bîr neke.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv