Fermandariya YJA-Starê: “Her guleyek li dijî dagirkeriyê tolhildana jinekê ye!”
YJA starê bi vê peyamê piştgirî da jinên berxwedêr û got;
“Hemû tecawuz û destdirêjî bi teşwiqa hikumeta faşîst a AKP/MHP’ê tê kirin. Ji bo tengasiyên xwe veşêre di nava civakê de nakokî û tevlîhevî derdixe. Bi taybetî jî bi exlaqê jiyanî, rûmet û nirxan dilîze.”
Fermandariya Eyaleta Heftenînê ya YJA-Starê têkildarî destdirêjî û destavêtina li jin û zarokan ya bi teşwiqa dewleta tirk, daxuyaniyek da.
YJA strar destnîşan dike ku dewleta Tirk a faşîst di salên dawî de bi bûhraneke siyasî, leşkerî, civakî û aborî re rû bi rû ye û ji bo van tengasiyên xwe veşêre di nava civakê de nakokiyan û tevlîheviyan derdixe, bi taybetî jPreview Changes (opens in a new tab)î bi exlaqê jiyanî, rûmet û nirxan dilîze.
YJA Star tevgerên dagirkeriya Tirk ên li Lîbya, Idlib, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê jî weke hewldanên nixumandina vê bûhranê nirxand û got Dewleta tirk bi teşwiqkirina tecawizkirina jin û zarokan û bi xirakirina gorên şehîdan hewl deide vîna civakên Kurdistan û Tirkiyê bişkîne.
Di daxuyaniyê de bûyera dawî ya li Şirnexê hat bibîrxistin, ku çawişekî pispor destdirêjî li zarokan kiribû û hat gotin, ev bûyer bi destê dewletê bi awayekî taybet hat pîlankirin.
Cihê lê bûyer bûyî û eskerê tecawizkar ê navê wî eşkerebûyî, ne tesadûf in.
Ji ber ku herêma Botanê li dijî her cûre zilm û komkujiyan li ber xwe daye, eskerekî di dagirkirina Efrînê de cih girtî bi taybetî hatiye hilbijartin.
Di serî de xelkê berxwedêr ê Botanê, divê tevahiya gelê Kurdistanê li dijî van êrişan hişyar bin.
Her wiha em jin û ciwanên ku ev êriş qebûl nekirin û rabûn ser xwe, bi rihê Cenga Heftenînê silav dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku gerîlayên YJA-Starê li Heftenînê wê tola jinan hemûyan hilînin û wiha hat gotin:
Gerîla dibe hêza wan jinên ku nikarin bi rihetî li taxan bimeşin, tên tecawizkirin, li malê şidet li wan tê kirin, li kargehan mafê wan tê binpêkirin.
Gerîla bi coş û pora xwe ya dirêj, bi wêrekî û fedekariyeke mezin çeperên dijmin dirûxînin.
Her gulleya diavêjin, dibe tolhildana jinekê, her çeperê tê rûxandin dibe şikandina zihniyeta serdest a zilam.
Ev ceng cenga jina ye.