Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Yunanîstan hêzên xwe li rojhilate Deryaya Spi li hember zêdegaviyên Tirkiyê zêde kirin

 

 

MÎLÎTARÎZEKIRINA ROJHILATA DERYA SPÎ
DEWLETA TIRK ÎCAR LI ÎMARATÊ GEF XWARIN

Dewleta Tirk ji ber polîtîkaya talana çavkaniyên deryayî dibe sebeb ku li rojhilata Derya Spî tansiyon bilindtir dibe

Hemû kendav û giravên li deverê ji aliyê Tirkiye û Yûnanîstanê ve tê mîlîtarîzekirin.

Rêvebiriya Enqereyê wekî hercar gefan li Yûnanîstanê û palpiştên wê yên leşkerî dixwe

Lê helbet eniya li dijî dewleta Tirk jî paş de gav naveje û li herêmê amadekariyên xwe yên leşkerî zêdetir dike

Ev der girava biçûk û şîrîn a bi navê Kastellorîzo ye.

Ava şîn û plajên giravê, herî zêde di kitêbokên tûrîzmê de ciyê xwe digrin.

Mixabin ev çendekî ye, aramiya Kastellorîzoyê jî xera bûye.

Niha keştiyên şer li dora giravê dewriye digerin û hêzên hewayî ji jor ve sînorên deryayî raçav dikin.

Sebeba bilindbûna tansiyonê jî bêguman talankerî û erişbaziya dewleta tirk e.

Keştiyeke sondajê ya tirk li vê devera li ber pozê Yûnanîstanê li petrol û gazê digere.

Yûnanîstana rastî vê zêdegaviyê tê, keştiyên şer şand vê deverê û dixwaze sînorên xwe yên rastî tecawizê hatine biparêze.

Cara dawî, artêşa Yûnan yekîneyek xwe şand girava Rodosê ya nêzîkî Tirkiyeyê.

Ev tedbîr, ji bo parastina giravan a li dijî êrişeke muhtemel a artêşa tirk tên girtin.

Û bi tetbîqata hevpar a bi hêzên amerîkî re jî, Yûnanîstan amadekariyên xwe yên leşkerî yên li girava Gîrîtê derxist asta herî bilind.

Wezareta Karên Derve ya tirk li hember vê mobîlîzasyona mezin a leşkerî, wekî her car gefan li Yûnanîstan û hevalbendê wê xwar.

Gefa dawî ya wezaretê, îcar bû para Mîrektiyên Ereb ên Yekgirtî.

Wezaretê ragihand, ew ê balafirên vê dewletê yên hatine hawara Yûnanîstanê bixîne xwarê.

Hêjayî bibîrxistiniyê, Îmarat çend roj berê 4 balafirên F-16 li baregeheke li Gîrîtê bi cî kiribû.

Herçiqas zimanê fortek û gefxwir a rêvebirên tirk ne tiştekî nû be jî, li vê herêmê fikar û gumana şerekî muhtemel zêdetir dike.

 

Li ser van navnişanên Internetê me bişopînin: 

www.sterktv.net

www.sterktv1.net

facebook.com/sterk.net/

instagram.com/sterk_net/

Twitter:     @kurdisterktv

@sterknucenews

Telegram:  https://t.me/sterkkurditv

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv