Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di bin çavdarêiya zavayê Erdogan; Albayrak de 91 m dolar ji bo Talîban û malperên pornoyê hatine şandin

 

Rêveberiya Amerîkayê bankayeke din a Tirk jî bi gendelî û meşandina karên îlegal sûcbar kir.

Wezareta Xezînê ya Amerîkî diyar dike ku Aktîf Bank bi dehan milyonan dollar pereyên reş transferî Talîban û sîteyên porno kiriye.

Dema ev karên îlegal dimeşandin, rêveberê Bankê Berat Albayrak ku niha wezîrê maliyê yê Tirk e hebû.

Ev skandal niha rojeveke sereke ya medya Amerîkî û Cîhanê ye jî.

Tevna lêkolîna Sûcên Malî FINCEN ku girêdayî îsîxbarata wezareta Xezînê ya Amerîkayê ye, der barê bankayên ku karên îlegal û qirêj meşandine raporek belav kir.

LI gorî raporê Aktîf bank a girêdayî Çalik Holdîng a tirk di 2013an de destek daye Talîbanê.

Ev holdînga ku CEOyê wê yê wê demê, wezîrê maliyê yê niha yê Tirkiyê, Berat Albayrak bû, bi rêyên îllegal
91 milyon dollar transferî dezgehên îllegal kirine.

Yek ji van dezgehan aîdî rêxistina Talîban bûye, ya din jî ya malperên porno bûye.

Bankaya amerîkî ya bi navê The Bank of New York Mellon û Bank of America, weke partnera bankaya muhabîr jî bi Aktîf bankê dixebitîn.

Li ser pêvajoya xebata bi hev re, bankayên amerîkî der barê vê bankaya tirk de çar caran rapor SAR amade kiriye.

Bankaya muhabîr tê wateya bankeyeke ku li ser navê bankayên din ên hevpar li welatê xwe hin karên transeferê bimeşîne.

SAR jî jî raporên têkildarî bankayên gumanbar pêk tê.

LI gorî rapor SAR a bankayên AMerîkî, AKTîf bankê tranfereke gumanbar kiriye.

Ev transfer jî 91 milyon û 600 hezar dollar e.

SAR îdîa dike ku ev pere ji dezgehên girêdayî rêxistina Talîbanê re û herwiha ji malperên pornoyê re hatine şandin.

Ev transfer tê gotin, dibe ku bi talîmata Berat Albayrak hatibe kirin. JI ber ku wê demê CEOyê Çalik Holdîng a xwediya AKtîf Bankê, zavayê şefê rejîma tirk Erdogan, ALbayrak bû.

Û li gorî sîstema bankayan, pereyekî wisa mezin bêî destûr an jî talîmata CEOyê holdîngê nemumkun e were kirin.

Rapora FINCENê dide zanîn ku AKTÎF bankê ev transfer bi rêya şirketên paravan kiriye.

Akttîf bankê ev sûcbarî red kirin, lê belê lêkolîna FINCENê ya ji bo tesbîtkirina têkiliyên van şirketên paravan bi Aktîf bankê re tê kûrkirin.

Eger rastbûna van karên îlegal ên AKtîf bankê were îspatkirin, îhtîmal heye ev dosya jî li ya Halk bank û Riza Zarab were zêdekirin û giş bi hev re ji nû ve bibin rojeva mehkemeyên amerîkî.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv