ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
JI 8’Ê ÇILEYÊ VE 144 KES HATINE BINÇAVKIRIN
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê êrişên qirrkirina siyasî li dijî xwedevan, aktîvîstên civaka sivîl, mamoste, nûçegihan û hûnermendan didome.
Komeleya da zanîn ku ji 8’ê Çileyê ve li Urmiye, Sîne, Kirmaşan, Îlam û li bajarên Îranê yên Tehran û Kerecê de herî kêm 144 Kurd hatine destgîrkirin.
Li gorî rapora Komaleyê kesên hatine binçavkirin êşkence li wan hatiye kirin.
Her çendî ku destûra bi malbatan re hevdîtin hatibe dayîn jî lê bi Kurdî axaftin hatiye qedexekirin.
Di heman demê de ji aliyê hinek malbatan ve hate diyarkirin ku êşkence li girtiyan hatiye kirin.
Komeleya ji bo rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî banga dijî derketinê kir.
Li gorî lîsteya Komeleya li Bokanê 21 kes, li Mehabatê 15 kes, li Şînoyê 15 kes, li Nexeyê 11 kes, li Pîranşarê 8 kes, li Sîneyê 8 kes, li Kirmaşanê 5 kes, li Paweyê 5 kes, li Seqîzê 4 kes, li Hewramanê 4 kes, li Rebatê 3 kes û li Îlamê jî kesek hatiye binçavkirin.