ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
ROJ BI ROJ HEJMARA KESÊN BINÇAVKIRÎ ZÊDE DIBE
Dewleta Îranê ji 8’ê Çileya 2021’an ve li Rojhilatê Kurdistan dest bi binçavkirina xwendekar, welatî, mamosta, hunermend û rojnamegeran kiriye.
Ji wê demê ve ye zêdetirî 114 kes hatine binçavkirin.
Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Cehangîr Ebdula ragihand ku ev kes, ji aliyê navendên Îtalata Supayê Pasdaran ve hatine binçavkirin.
Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Cehangîr Ebdula diyar kir ku kesên hatine binçavkirin îşkence jî li wan tê kirin ku li gel ne sûcdar in jî sûcên li ser xwe qebûl bikin.
ÎRANÊ ÊRIŞÎ KOLBERAN KIR
DI ENCAMA ÊRIŞÊ DE KOLBEREK BIRÎNDAR BÛ
Li aliyê din pasdarên Îranê li zozanên Nenor ên bajarê Baneyê li ser xeta sînor gule li kolberan barand.
Di gulebarana pasdaran de kolberê bi navê Raûf Darine birîndar bû.
3’yê sibatê jî li herêma Hengejal a Baneyê pasdaran gule li kolberan barandibû û kolberên bi navê Ebûbekîr Nadirî û Kamûran Ahmedî birîndar bûbûn.