Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Zeyeneb Kinacî(Zîlan) lêgerîna Azadiyê ya ji Meletî destpêkir

 

6’ê Gulana 1996’an dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO’yê hewl da bi sûîkastekê rêber Abudulah Ocalan bikuje.

Zeyneb Kinacî binavê xwe yê li nav gerîla Zîlan 30ê hezîrana sala 1996an bi çalakiya canbexşane ev komplo vala derxist.

Zeynep di nameya ku li pey xwe hişde got;

Ez dixwazim li hemberî polîtîkayên Emperyalîzmê yên ku jinê dike kole bombeya xwe bixwe de bi teqînim û mezinbûna kîn û hêrsa xwe nîşan bidim.

Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan

Sala 1972an li Bajarê melektiyê hate dinê

Bi eslê xwe ji gûndê girêdayî Meletî Elmali ye.

Zeynep dibistana seretayî, Navîn, Lîse û Zanîngehê li meletiyê dixwîne.

Li zanîngeha Înonu a Meletiyê beşa Rêberî û şêwirmenda pskolojîk diqedîne.

Û li nexweşxaneya Dewletê ya Meletî wek teknîsyenê rontgenê dixebite.

Kinaci têkoşîna azadiyê li dema zanîngehê dixwîne nas dike.

Û sala 1994an li Edenê dest bi xebatên gel dibe.

Di nava xebatan de salekê dimîne.

Paşê berê xwe dide çiyayê azadiyê.

6ê gulana sala 1996 li paytexta Suriyê Şamê li ber ‘dibistana navedî a ku kadroyên PKKê lê perwerde didîtin, teqîneke mezin pêk hat.

Hedef rêber Abdullah Ocalan bû.

Navê destpêkê ya ku li hemberî vê komployê têkoşiya Zîlan bû.

Zeynep Kinaci 30ê Hezîrana sala 1996an li Dersimê Meydana Cumhuriyetê komeke ji 60 kesan a ku amadekariyên merasîma bayreqê dikirin bi cil û bergên hamîletiyê nêzîk wan bû.

Û bombeyên li ser xwe teqandin.

Di çalakiya ku 8 esker mirin û 29 esker jî birîndar bûn.

Dema Zîlan ev çalakî pêk anî, tenê gerîllaya salekê bû û di 24 saliya xwe de bû.

Kinaci di Nameya xwe ya ku li paş xwe hişt de vana tîne ziman:

“Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaza azadiyê ya gelê me. Ez dixwazim li hemberî polîtîkayên Emperyalîzmê yên ku jinê dike kole bombeya xwe bixwe de bi teqînim û mezinbûna kîn û hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sembola berxwedana jina kurd. Îdîaya min ya jiyanê mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi wate û çalakiyek mezin. Têkoşîna me ya neteweyî ku bi pêşengiya rêber APO tê birêvebirin, di demek nêz de wê bigihije serketinê û gelê min yê mazlûm di nav malbata cîhana mirovahiyê de wekî ku heq dike cîh bigre”.

Piştî çalakiya Kinaci hêza-çalak a gerîllayan xwirtir bû.

Kinaci, di nameya ku ji Ocalan re nivîsandî de goti bû, ‘ji ber ku herî zêde hûn bi şehîdan ve girêdayîne, ticarî cavê me li paş namîne.

OCALAN: ZÎLAN XWEDEWENDA KU DIVÊ EM LI BER WÊ BEJNA XWE BITEWÎNIN
Ocalan jî ji bo Zeynep Kinaci goti bû, ‘ew tanriçaya ku divê em li ber wê bejna xwe bitewînin’.

Ocalan, di perwerdeya ku dida qadroyên xwe, li ser nameyên Kinaci hevok bi hevok şîrove şîrove dikir.

Zîlan, Mîrasa parastina azadiya gelê xwe û îsyankirina li hemberî Zilmê, ji Zarîfeyan heta Besêyan dewr girt.

Li hemberî polîtîkayên Kapîtalîzmê ku jine dike kole û hîleyên wan hêrsa xwe ya li dijî vê bi teqandina bombeya di bedena xwe de nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv