Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin Nûçeyên Dawî

Bavê Zeyneb Celaliyan: 2 Roj in keça min bajar bi bajar digerînin

 

ZILM Û ZORA LI ZINDANÊN REJÎMA ÎRANÊ
BAVÊ ZEYNEB CELALIYAN: 2 ROJIN KEÇA MIN BAJAR BI BAJAR DIGERÎNIN

Rejîma Îranê zextên xwe li ser girtiyên siyasî ên kurd didomîne.

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ev 13 sale li girtîgeha bajarê Xoy dîl girtîbû.

Roja 28’ê nîsanê, Zeyneb Celaliyan, ji bo cihekî nediyar hatibû veguhestin.

Bavê Zeyneb Celaliyan metirsiya xwe anî ziman û got:

Ev 2 roje keça min di nava otomobîlê deye û wê bajar bi bajar digerînin.

Zeyneb Celaliyan ev 13 sale li girtîgeha bajarê Xoyê dîl girtîbû.

Di 28’ê nîsanê de giritya siyasî, Zeyneb Celaliyan, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji cihekî nediyar re hatibû veguhestin.

Doh bavê Zeyneb Celaliyan, Elî Celaliyan li ser mijarê ji Tora Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê axivî û ev agahî dan:

Şeva borî Zeneb Celaliyan dema ku di otomobîlê de bû telefona min kir.

Ji min re got ku ji doh ve ez çav girtî, ji zindanê derxistime û birime zindanên Urmiye û Kirmaşanê.

Lê ji ber wan zindanan ez wernegirtime, hêzên rejîmê niha min dibin Tahranê.

Dema em diaxivîn, telefon qut bû û êdî telefon nehat kirin.

Elî Celaliyan nerazîbûna xwe a hemberî rewşa keça xwe anî ziman û ev pirs kirin:

Her tişt ne asayiye. Ji bo çi ji nişka ve ji zindanê veguhestin?

Ji bo çi bê hazirî bibin zindanên Urmiye û Kirmaşan?

Ji bo çi peywendî bê ku were zelal kirin, qût bû?

Dixwazin ji bo me çi peyamê bidin?

Elî Celaliyan got ev 2 roje keça wî di nava otomobîlê deye û wê bajar bi bajar digerînin.

Elî celaliyan da zanîn ku ev senaryoyek metirsîdar e û got ew ji ber xeteriya li ser jiyana keça xwe gelek bi fikarin.

Ev jî hatin dîtin

Yekîneyên Tolhildanê li 5 bajarên Tirkiyê avahiyên ser bi AKP’ê ve şewitandin

Stêrk Tv

Şandeya Parlementoya herêma Kurdistanê li Bradost û Balekayetî

Stêrk Tv

Rojnamevan Çinar Goktaş ji Heftanînê agahiyên dawî radigihîne

Stêrk Tv

Çalakiyên gerîla li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker

Stêrk Tv

Ciwanên Qendîlê: Em amade ne tevlî serferberiya Heftanînê bibin

Stêrk Tv

Li Çarçela çalakî, li Xakurkê û Dersimê şer dijwar e

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!