ZEYNEP CELALIYAN JI ALIYÊ REJÎMA ÎRANÊ VE HAT REVANDIN
GIRTIYA SÎYASÎ LI ZINDANEKE BAJARÊ YEZDÊ TÊ RAGIRTIN Û ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN
Girtiya sîyasî Zeynep Celaliyan 10’ê Mijdarê ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve ji zindanê hatibû revandin.
Hat ragihandin ku girtîya sîyasî niha li zindaneke bajarê Yezdê tê girtin û rastî îşkenceyê hatiye.
Rejîma Îranê, girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan 10’ê Mijdarê bi şev ji girtîgeha li Kirmaşanê derxist û agahî jê nedihat girtin.
Hat ragihandin ku girtiya sîyasî li girtîgeheke bajarê Yezdê tê girtin û rastî gelek îşkenceyan hatiye.
Aktivîsta Kurd Zeinab Bayazidi,derbarê rewşa Zeynep Celaliyan de axivî û got;
Zeyneb Celalan di nava 13 salên girtî de bi gelek binpêkirin mafan rû bi rû hat hiştin.
Bi taybet di girtîgehên Îranê de bi awayekî cuda nêzî jinan dibin.
Zeynep piştî hat revandin çavê wê yê rastê kul bûye,bi awayekî kelepçekirî li erdê kaş kirine. Kelepçe kirine nigên wê jî. Loma laşê wê mor bûye.”