ZILMA LI ZINDANÊN DEWLETA TIRKÎ
GARDIYANAN BI GOTINA “BIJÎ ÎŞKENCE” ÊRÎŞÎ GIRTÎ ÎNAN AKIN KIRIN
Li zindanên dewleta tirkî zext û îşkencên li dijî girtiyên sîyasî berdewam dike.
Li zindana Kurkculer ya Edenê, gardiyanên ku para xwe ji mirovatiyê nestendine bi gotina ‘Bijî Îşkence” êrîşî girtiyê bi navê înana Akin kirin.
Komeleya Alîkariya Malbatên girtiyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku girtîyê bi navê Înak Akin dema ji zindana Edeneyê sewqî zindana Amedê tê kirin rastî îşkenceya gardiyanan hatiye.
Înan Akin ji aliyê gardiyanan ve bi gotina bijî îşkence 30 dkan hatiye îşkencekirin.
TÛAY-DER di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir;
Têkildarî êşkence û nêzîkatiya xirab a li ser Înan Akin parêzeran giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane. Ji bo berpirs bên darezandin komele wê bikeve nava hewldanên pêwîst.