Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Zozan Çewlig: Emê li her deverê çalakiyên xwe li dijî tundiyê zêde bikin

 

PÊNGAVA “EM FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN Û AZADIYA XWE BI DEST BIXIN”
ZOZAN ÇEWLIG: EM Ê JIN LI HER DEVERÊ ÇALAKIYÊN XWE LI DIJÎ ŞIDETÊ ZÊDE BIKIN

Endama Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan û Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig ji malpera HDBH’ê re axivî.

Hevpeyvîna Zozan Çewlig li ser Pêngava “Em faşîzmê hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin” ya HBDH’ê bû.

Fermandar Zozan Çewlig got, emê jin li dijî şidetê li çiyayan û bajaran çalakiyên xwe zêde bikin.

Ji bo me her dever qada çalakiyê ye.

Endama Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan û Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig ji sîteya HDBHê re axivî.

Hevpeyvîna Zozan Çewlig li ser Pêngava “Em faşîzmê hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin” ya HBDH’ê bû.

Fermandar Zozan Çewlig bal kişand ser îdîaya têkoşîna azadiyê ya jinê ya “wê sedsala 21. bibe sedsala jinê.”

Li hemberî jinê hevkariya dewleta li malbatê û dewleta desthilatdariyê heye.

Pirsgirêkên em pê re rû bi rû mane, jiyaneke nû li ser me ferz dikin.

Polîtîkayên netewdewletan ên nijadperest û yekperest, mirin û hepskirina malê li jinê ferz dikin.

Nexasim jî li dijî Kurdan û jinên Kurd, faşîzma AKP-MHP’ê êrişên xwe didomîne.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig li dijî vê yekê bal kişand ser têkoşîna mezin a ji bo azadiya jinê:

Pergala xweparastinê ya jinan her roj hinekî din xwe bi rêxistin dike.

Berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya xwe heqê herî rewa yê xweparastinê ye.

Azadî xweparastine.

Ji ber vê yekê çalakiyên dawî yên li dijî êrişên faşîzan ên AKP-MHP’ê gelekî girîng in.

Fermandar Zozan Çewlig di vî warî de hêza çalakiyê, hêza kolanan destnîşan kir:

Erkeke mezin dikeve ser pêkhateyên KBDH’ê.

Divê em bibin hêza çalakiyê û biqasî rêxistinbûyîna milîsbûnê em li kolanan jî dengê xwe bilind bikin.

Li çiyayan û bajaran emê çalakiyên xwe li dijî her cûre êrişan zêde bikin.

Emê rê û rêbazên çalakiyê dewlemend bikin, faşîzmê hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin.

Fermandar Zozan Çewlig destnîşan kir, ku jin di sedsala 21’ê de hêza pêşeng û berxwedêr a şoreşê ne:

Pêngavên îdeolojîk ên xwe dispêrin azadiya jinê, çavkaniyek in ji bo jiyaneke azad a bindestan hemûyan.

Berxwedan û têkoşîna jinan, ciwan û bindestan 2020’an tengav kir.

Ji ber vê yekê her dever ji bo me qada têkoşînê ye.

Roj roja hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv