Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zubeyir Aydar: Mikurhatinên Îsmaîl Hakki Pekîn cidî ne, divê Ewropa jî cidî bibîne 19.02.2021

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê ZUBEYÎR AYDAR:
MIKURHATINÊN ÎSMAÎL HAKKI PEKÎN CIDÎ NE DIVÊ EWRÛPA JÎ CIDÎ BIBÎNE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar têkildarî gefên Îsmaîl Hakki Pekîn ku rêveberên KCK’ê yên li Qendîlê û Awrûpayê kir hedef û mikurhatinên komkujiya Parîsê ji ANF’ê re axivî.

Zubeyîr Aydar îşaret bi pozîsyona Îsmaîl Hakki Pekîn kir û got; ew yekî ji rêzê nîne. Kesekî wisa ye ku Serokatî ji Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî re kiriye.

Aydar destnîşan kir ku ev daxuyanî ji du aliyan ve girîng e û got,

Ya yekemîn; weke endamekî payebilind ê îstîxbaratê li komkujiya Parîsê mikur hat.

Ya duyemîn jî bi rengekî eşkere dibêje; li Awrûpayê rêveberên KCK’ê hene û divê êriş li dijî wan bê kirin.

Ev yek mikurhatine û gefxwarin e. Ev ne tenê gotina Pekîn e, ya şêwirmendên organên veşartî yên dewletê ye.

Zubeyîr Aydar diyar kir ku dewleta tirk demekî dirêje li dû pîlangeriyeke wisa ye û got:

Li Elmanya, Belçîka, Fransayê hin endamên wan eşkere bûn.

Li dijî hin derdoran ku ez jî di nav de me hewldanên sûîqestê dikin.

Di vê mijarê de lêpirsîn hene.

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku divê mikurhatinên Pekîn bandorê li dosya têkildarî sûîqesta sê jinên şoreşger bike û got:

Em li bendê ne û dixwazin ku meqamên edlî yên Fransayê hîn bi rengekî cidî li ser rawestin.

Ev ne bûyereke şexsekî ye, ji aliyê MÎT’ê ve hatiye birêxistinkirin, ji aliyê Enqereyê ve hatiye kirin û li Parîsê hatiye pêkanîn. Dewleta Tirk û rêveberên wê demê berpirsyar in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv