Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zulkuf Palo: PKK bi destê Swêdê mexdûr bû, emê dev ji vê dozê bernedin

 

KUŞTINA SEROKWEZÎRÊ SWÊDÊ OLOF PALME

Kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme di rojevê de ye.

Ji Fermandarên HPG’ê Zulkuf Palo jî demekê li Swêdê girtî ma û qala wê pêvajoyê kir.

Zulkuf Palo diyar kir ku PKK û Kurd bi destê Swêdê hatin mexdûrkirin û divê hukûmeta Swêdê vê mexdûriyetê ji holê rake.

Ji bo vê yekê jî xwest ku navê terorê li ser PKK’ê bê rakirin û Kurdên li Swêdê jî şopdarê vê dozê bin.

ZULKUF PALO: PKK BI DESTÊ SWÊDÊ MEXDÛR BÛ, EM Ê DEV JI VÊ DOZÊ BERNEDIN

Ji Fermandarên HPG’ê Zulkuf Palo demek dirêj li Swêdê girtî ma.

Zulkuf Palo têkildarî bûyera kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme ji ANF’ê re axivî.

Zulkuf Palo diyar kir ku Olof Palme kesayetek demokrat û alîgirê bindestan bû.

Palo qala wê demê kir û wiha axivî;

Beriya kuştina Palme bi 6 mehan di çapemeniya Swêdê de hin derdoran nûçeyên derew ên wekî ‘PKK wê Olof Palme bikuje’, ‘Gef li Palme tê xwarin’ weşandin. Wê demê Nûnertiya PKK’ê ya li Ewrûpayê daxuyaniyek da raya giştî ya navnetewî.

Di belavokê de ev pirs dihate kirin; ‘Gelo komployek li dijî Olof Palme tê amadekirin? Gelo wê vê komployê bixin stuyê PKK’ê?’ Kesî wê demê ev daxuyanî li ber çavan negirt.

Zulkuf Palo destnîşan kir ku bûyera kuştina Olof Palme ji aliyê hêzên navnetewî ve hatiye plankirin û ji bo nixumandinê jî tîmeke tarî ya faşîst a li nava polîsên Swêdê ji bo lêpirsînê hatibû wezîfedarkirin û bi vî rengî hewl dan bixin histuyê PKK’ê.

Palo bi bîr xist ku kuştina Olof Palme çiqasî plankirî be, xistina histuyê PKK’ê jî ewqasî plankirî bû.

Fermandarê HPG’ê anî ziman tevî ku îspatek tinebû jî bûyer xistin histuyê PKK’ê û wiha got;

PKK bi destê Swêdê mexdûr bû. PKK bi vî rengî 34 salan bi gotina ‘terorîst’ sûcdar kirin. Gelek welatparêzên Kurd hene ku wê demê mexdûr bûn û hatin girtin. Divê mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin.

Dewleta Swêdê divê zerara ku 34 salan daye PKK’ê telafî bike. Dikare dest ji çîroka ‘PKK rêxistineke terorê ye’ berde. Ya ku Swêd divê destpêkê bike ev e.

Dewleta Swêdê divê mora ‘rêxistineke terorê ye’ ku bi neheqî beriya 34 salan li PKK’ê da rake û ji bo ev mor li tevahiya welatên Ewrûpayê bê rakirin jî bikeve nava hewldaneke berfireh.

Divê Swêd ji PKK’ê û ji alîgirên PKK’ê ji Kurdan lêborînê bixwaze.

Fermandarê HPG’ê Zulkuf Palo destnîşan kir ku PKK û Kurd wê dev ji vê bûyerê bernedin û got divê Kurdên li Swêdê serî li dadgeriyê bidin û vê pêvajoyê ji nû ve bidin destpêkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv