Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Hevdîtina taciran 08.04.2021

 

HEVDÎTINA TACIRAN
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Serokên Konsey û Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel û Ûrsûla Von Der Leyen bi Erdogan re hevdîtin kirin. Charles Michel piştî hevdîtinê diyar kir ku wan li ser têkiliyên Ewrûpa û Tirkiyê gotûbêjên dirust kirine. Her wiha gumanên xwe li ser mafê mirovan ên Tirkiyê anîne ziman. Ji bo ku guh bide biryara berdana Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala nêrînên xwe gotine. Ûrsûla Von Der Leyen jî got divê Tirkiye rêzê ji mafê mirovan re bigre. Her wiha di mijara peymana Stenbolê de jî Dewleta Tirk qanih nekirine û derketina ji peymanê cihê gumanê ye.

Ev daxuyaniyên rayedarên Ewrûpayê qaşo rexneyek bû ji bo Erdogan. Lê em dibînin ku Ewrûpa bi xwe rejîma yek zilamî rewa dike. Ev destek jî ji kêfxweşiya wan xuya dike. Diviyabû Charles Michel û Ursula Von Der Leyen bi şaxên daraz, rêveberî û qanûnan re hevdîtin kiribana û hin mijar bi wan re nîqaş kiribana. Lê ji ber ku Erdogan wekî rejîma yek zilamî qebûl kirine tenê bi Erdogan re rûniştin.

Eger bi saziyên mafê mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kiribana wê rewşa li Tirkiyê fêm kiribana. Eger rayedarên Ewrûpayê ji dil bûna wê bi malbat û parêzerên Demîrtaş û Kavala re hevdîtin kiribana. Lê tenê Erdogan muhatabê wan bû.

Qanûna ku bi navê Peymana Stenbolê ketiye meriyetê ji aliyê Erdogan ve hat betalkirin. Lê ev yek karê meclisa Tirkiyê ye. Erdogan bi dîplomaya xwe ya sexte ew qanûn betal kir.

Ji ber vê yekê mijara peymana Stenbolê divê bi serokê meclisa Tirk û partiyên siyasî re axivîba na. Lê ev hevdîtin li dijî nirxên Ewrûpayê ye jî. Ne li gorî hiqûqê hevdîtin pêk hat. Lewma jî li ser bazirganî, pere û karê xwe axivîn. Hevdîtineke navbera taciran bû. Charles Michel jî got wê têkiliyên wan ên aborî pêş bikevin. Ursula Von Der Leyen jî heman tişt ji bo peymana gumrukê kir. Yanî hevdîtineke aboriyê bû. Di heman demê dê vê hevdîtinê hişt ku binpêkirina mafan li Tirkiyê dewam bike û ev yek erê kirin. Dîktatoriya Erdogan rewa kirin.

Ev jî hatin dîtin

Sîxurekî yê dewleta tirk ê li Serêkaniyê behsa tevna qirêj a dagirkeran kir 09.04.2021

Stêrk Tv

13 çeteyên hewl didan ji Kampa Holê birevin hatin girtin 09.04.2021

Stêrk Tv

Tevna sîxurên Erdogan li Almanyayê didin xar û cirîdan 09.04.2021

Stêrk Tv

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi: Erdogan dîktator e 09.04.2021

Stêrk Tv

Nacho Sanchez Amor: Ya min dixe nava fikaran kursiyên vala yên HDP’ê ne 09.04.2021

Stêrk Tv

Endamên Fransaya Serhildêr: Divê êdî Fransa sira dewletê ya li ser komkujiya Parîsê rake 09.04.2021

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!