Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî Pêngav

HPG: Li Avaşînê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

 

PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

20’ê Hezîranê gerîlayan dagirkerên li qada Kilîse ya herêma Avaşînê li hev kombûbûn kirin hedef.

Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

Her wiha kamerayeke mobesse û dûrbîneke teleskop jî hatin îmhakirin.

20’ê Hezîranê jî gerîlayan xebatên çêkirina rêya leşkerî ya artêşa Tirk li quntarên Çarçela ya Avaşînê kirin hedef.

Gerîlayan bi çekên giran li 3 kepçe û wesaîtekê dan, û kepçeyekê derb xwar.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê xebatên çêkirina rêya leşkerî rawestandin.

HPG’ê her wiha ragihand, ku 19, 20 û 21’ê Hezîranê artêşa Tirk bi teqemenî û helîkopterên êrişê tunelên şer ên li qada Werxelê, bi balafiran 4 caran qada Girê Sor ên Avaşînê hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Mam Zekî Şengalî, Rêberê civaka Êzidî

Stêrk Tv

Egîd Civyan, Fermandarê Şengalê

Stêrk Tv

Derwêşê Hemdem: Dilşêr Herekol

Stêrk Tv

Şehîdên Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi merasîman tên bibîranîn

Stêrk Tv

PAJK û KJK: Bila xweserî û jenosîda Şengalê bê naskirin

Stêrk Tv

NPG: Wê hêzên me serfiraziya teqez bi dest bixin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!