Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî Pêngav

HPG: Li Girê Xaç ê Heftanînê 3 dagirker hatin cezakirin

 

PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ
HPG: LI GIRÊ XAÇ Ê HEFTANÎNÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk ev agahî dan:

17’ê Gulanê saet 11 û nîvan, gerîlayan li Heftanînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li dagirkeran dan.

Hêzên me yên gerîla eskerên Tirk ên li Girê Xaçê yê qada Xantûrê kirin hedef.

Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û konek hat rûxandin.

Piştî çalakiyê bi saetekê artêşa dagirker qad bi obus û hawanan bombe kir.

11’ê Gulanê dema hêzên me ji deverekê derbasî devereke din dibûn, li qada Selmasê bûn hedef êrişa hêzên Îranê.

Li vê derê 4 hevrêyên me şehîd bûn.

17’ê Gulanê qada Şehîd Serxwebûn a Zapê û Girê Zendûra yê Metîna bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di van êrişan de ti zirar li hêzên me nebû.

Ev jî hatin dîtin

Mehmet Alî Ertaş: Mesûd Barzanî eşkere hevkariya şer dike

Stêrk Tv

Provokasyona li Efrînê: Lobiya Rûsî bi MÎT’a Tirk re hevdîtinek veşartî pêk anî

Stêrk Tv

Provokasyona PDK’ê: Li Metînayê êriş, li Şeladizê amadekariya sewqiyata leşkerî

Stêrk Tv

Ciwanên Efrînê bi meşeke berxwedana gerîla silav kir

Stêrk Tv

Dewleta Tirk bi şewat û birîna daran xwezaya Kurdistanê wêran dike

Stêrk Tv

Li zîndanên dewleta Tirk gireva birçîbûnê 242 roj in dewam dike

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!