Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE’yê ji bo şehîdgeha Efrînê lê da: 12 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn, Bab û Ezazê li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 12 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 16 û 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, 16’ê Tîrmehê li gundê Elemdara ya navçeya Raco, yekîneya Şehîd Avesta çalakiyeke sabotjê li dar xist.

Hate ragihandin ku di vê çalakiyê de 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

HRE’yê diyar kir ku 18’ê Tîrmehê li bajarê Efrînê li taxa Vîlat çalakiya sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de jî wesayiteke dagirkeran hate teqandin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di dewama daxuyaniyê de ji bo çalakiya 19’ê Tîrmehê jî ev agahî hate dayin:

“Li herêma Babê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 wesayitên bi dokça hatin teqandin. Di encamê de bi qasî ku hate zelalkirin 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê li gundê Kilibrîn a navçeya Ezazê di çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.”

Di daxuyaniya HRE’yê hate ragihandin ku ev çalakî ji bo tolhildana ji nêzîkatiya dermirovî ya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî şehîdgeha Efrînê hatine lidarxistin.

Ev jî hatin dîtin

Mehmet Alî Ertaş: Mesûd Barzanî eşkere hevkariya şer dike

Stêrk Tv

Provokasyona li Efrînê: Lobiya Rûsî bi MÎT’a Tirk re hevdîtinek veşartî pêk anî

Stêrk Tv

Provokasyona PDK’ê: Li Metînayê êriş, li Şeladizê amadekariya sewqiyata leşkerî

Stêrk Tv

Ciwanên Efrînê bi meşeke berxwedana gerîla silav kir

Stêrk Tv

Dewleta Tirk bi şewat û birîna daran xwezaya Kurdistanê wêran dike

Stêrk Tv

Li zîndanên dewleta Tirk gireva birçîbûnê 242 roj in dewam dike

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!