Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistaniyan di asta navneteweyî de dest bi kampanyaya îmzeyan kir

 

HELWESTA LI DIJÎ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
KURDISTANIYAN DI ASTA NAVNETEWÎ DE DEST BI KAMPANYAYEK KIR

Li dijî tevgera dagirkeriya tirk berxwedana kurdan dewam dike.

Ji bo ev êrişa metirsîdar bi dawî bibe hewldanên cihêreng bi pêş dikevin.

Herî dawî bi dehan kesayetên kurd ên ji disîplînên cuda dest bi kampanyayekê kirin.

Bi rêya kampanyayek online tê xwestin li dijî êrişên dagirkeriya tirk hêzên navnetewî bikevin dewrê.

Kurdistaniyên kampanya da destpêkirin dixwazin bi mekanîzmayên navnetewî pêşî li qirrkirina kurdan were girtin.

Di daxuyaniya kampanyayê de bi eşkereyî tê gotin ku dewleta tirk bi bahaneya hebûna PKK’ê dixwaze kurdan qir bike û wiha hat gotin:

Mijara Kurd mijareke heq e, mijareke siyasî, civakî û çandî ya bi kok a dîrokî ya gelekî ku berê xwe daye azadî, demokrasî û edaletê ye.

Pirsgirêkên civakî, bi şer, binpêkirin û leşkerî yên rê li ber kaos û şidetên nû vedikin çareser nabin.

Em ji bo rawestandina êrişên leşkerî yên Tirk, ji bo pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, bang li we dikin ku raye û hêza xwe bi kar bînin.

Piştî kampanya bi dawî bibe, wê îmze radestî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Amerîka, Ewropa, Komkara Erebî, serokkomarê Iraqê, serokwezîrê Iraqê, serokê parlementoya Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û seroka parlementoya Herêmê bên kirin.

Hûn jî dikarin li ser vê navnîşanê tevli kampanyayê bibin

Ev jî hatin dîtin

Rojnamevan Newaf Xelîl hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û êrişên wê li dijî hêzên gerîla nirxand

Stêrk Tv

Rojnamevan Ronî Deştelanî: Hêzên PDK’ê berê xwe dan Zagrosan jî

Stêrk Tv

PDK’ê bi lezûbez li qadên gerîla yên Metîna çeperan û rê çêdike

Stêrk Tv

Balafirên şer Qendîl bombebaran kirin

Stêrk Tv

Provokasyonên PDK’ê: PDK’ê ji Şeladizê wesayîtên zirxî sewqî qada Rêçberaxa dikin

Stêrk Tv

HPG: Di çalakiyên 26-27’ê Tîrmehê de 5 dagirker hatin cezakirin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!