Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan: Hulusî Akar ji PDK’ê xwest pêşmergeyan li dijî me bide şerkirin

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
GERÎLA ÊRIŞÎ PÊŞMERGE NEKIRIYE, LÊ DIXWAZIN EM ŞERÊ HEV BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan tevli Barnama Taybet a televîzyona me bû.

Murat Karayilan dest pêkê bal kişand ser têkoşîna di oxira azadiyê de ya vî zemanî.

Murat Karayilan îşaret bi proseya dijwar a 6 salên dawîn kir û diyar kir ku ev şer bi şidandina Pergala Îmraliyê dest pê kiriye.

Murat Karayilan destnîşan kir ku wê PKK, Tevgera Azadiyê li dijî van pîlanên qirêj li ber xwe bide ê îşaret bi wê pîlanê kir ku PDK’ê li dijî PKK’ê dixin nava şer.

Li gel ku êrîş jî dikin lê wê tevgera me tu carî li dijî pêşmerge şer neke.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
EM DI ŞEREKÎ GIRAN DE NE, ÇIMA ALÎKARIYÊ DIDIN DEWLETA TIRK?

Murat Karayılan bûyera 5’ê hezîranê ya li Metînayê ku têde 5 pêşmergeyî jiyana xwe ji dest dabû jî nirxand û destnîşan kir ku hêzên PDK’ê bi liv û tevgera xwe ji dewleta tirk a dagirker re dibin alîkar.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
HULUSİ AKAR JI PDK’Ê XWEST PÊŞMERGEYAN LI DIJÎ ME BIDE ŞERKIRIN

Murat Karayilan bal kişand ser serdana wezîrê şer ê dewleta tirk Hulusî Akar ji bo Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku Akar ji PDK’ê xwestiye ku li dijî PKK’ê şer bike.

Ev jî hatin dîtin

Koçberên li Rojavayê Kurdistanê: Hêjmara koçberên navxweyî û derve derdora milyon û nîv e

Stêrk Tv

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî: ‘Nabe pêşmerge ji bo ti kesan biçe şerê birakujiyê’

Stêrk Tv

Êrişkarê avahiya HDP’ê: ‘Min plan kiriye gelek rêveberên din yên HDP’ê bikujim’

Stêrk Tv

Di nava 12 rojan de 8 sivîl li Efrînê hatin kuştin

Stêrk Tv

Dewleta Tirk ava çemê Firatê qutkiriye: Kêmbûna avê jiyana bi milyonan kesî dixe xeteriyê

Stêrk Tv

Bûyera Metîna ya 5’ê Hezîranê: Ji ber çi daxwaza PKK’ê ya lêkolînê bê bersiv hate hiştin?

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!