Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser ji bo berdana nûnerên xwe bang li hikûmeta Başûr kir

 

GIRTINA NÛNERÊN RÊVEBERIYA XWESER Û PYD’Ê
RÊVEBERIYA XWESER JI BO BERDANA NÛNERÊN XWE BANG LI HIKÛMETA BAŞÛR KIR

10’ê Hezîranê hêzên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û nûnerên têkiliyên PYD’ê yê li Hewlêrê Mustefa Osman Xelîl û Mustefa Ezîz Mistî li balafirgeha Hewlêrê kirin binçavan.

Ji wê demê ve hikumeta PDK’ê cih û sedema girtina wan diyar nekiriye.

Têkildarî mijarê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin.

Girtina endamên me ya bi vê şêwazê ne li gorî nirx û pîvanên diplomatik in.

Her wiha ne li gorî nirxên yekîtiya niştîmanî û têkoşîna hevbeş ji bo doza kurdî ne.

Heta niha ti bersiveke fermî li ser sedemên qanûnî ya girtina wan ji me re nehatiye şandin.

Em wek daîreya têkiliyên derve radigihînin ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ji jiyana hevalên me berpirsyar in.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê herî dawî ev bang kir.

Di serî de aliyên fermî yên herêmê em bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku zextê li PDK’ê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê bikin da ku hevalên me berdin.

Ev jî hatin dîtin

Rojnamevan Ronî Deştelanî: Hêzên PDK’ê berê xwe dan Zagrosan jî

Stêrk Tv

PDK’ê bi lezûbez li qadên gerîla yên Metîna çeperan û rê çêdike

Stêrk Tv

Balafirên şer Qendîl bombebaran kirin

Stêrk Tv

Provokasyonên PDK’ê: PDK’ê ji Şeladizê wesayîtên zirxî sewqî qada Rêçberaxa dikin

Stêrk Tv

HPG: Di çalakiyên 26-27’ê Tîrmehê de 5 dagirker hatin cezakirin

Stêrk Tv

HPG: Agahî ji yekîneyeke me ya li Xelîfanê bû nayê girtin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!